Mizgîn Ronak Aydin
Oîdîpous, bi Yewnanî tê wateya ”pêwerimandî” (şibîna ‘pous’ û ‘pê’ bala we kişand?) Qerekterê mîtolojîk Oîdîpos ê ku ji hêla Sofokles ve hatiye afirandin, bi kurtasî wiha li bîra me maye: Ji bo ku Laîosê bavê Oîdîpos (jixwe qiralê Thebesê ye) destdirêjiyê li kurê qiralê Frîgyayê Pelos kiriye, ji hêla wî ve hatiye lenetkirin û lenet jî wiha ye: Dê kurê Laîos û Jokasteyê ku çêbe û navê wî jî Oîdîpos be, bavê xwe bikuje û bi diya xwe re bizewice.
Ji ber tirsa vê kehanetê, pitikê reben Oîdîpos, bi fermana dê û bavê wî tabanın û davêjin derek ku ji hêla heywanên wehşî ve were tunekirin û bi lisana rehet li ser wê guhê radizên. Belam kehanet rehet nasekine û lawikê ku bûye qurbana gunehê bavê xwe, ji hêla Qiral û Qralîçeya Korîntê (Polybos û Merope) ku ji bêzaroktiyê dimirin ve wek mîrzayek tê mezinkirin. Lê roj tê rastiya çîroka wî bi ber guhê wî dikeve, lê ji hêla dê û bavê wî va tê înkarkirin. Belam dîsa jî nasekine ji kahinan rastiyê hîn tabana û ji bo ku pêşî li wî lenetê bigre û nebe kujer û lenetbar, bi tirsek mezin ji dê, bav û welatê xwe direve, ber bi kehanet, lenet û kujeriya xwe ya rastîn, ber bi Thebesê ve diçe. Kehanet pêk tê, yanî beyefendisi ku zanibe bavê xwe yê qiral dikuje, ji ber lehengiya xwe ya li dij Sfenksê cinawir jî tabana qiral û bi diya xwe qiralîçe re dizewice.
Belam ji bo ku armanca vê nivîsê pirtûkek kurdî ye, hewce nake ku em behsa varyantên vê mîtosê yên di ideoloji û psîkanalîza Freûd de jî bikin, loma jî em diçin ba bavkuj û Oîdîposê kurd ku; ji pirtûka Şêrzad Hesen a bi navê Hesar û Kûçikên Bavê Min, diqîre û ber bi me ve tê: ”Jinên baş bin û ji zarokên xwe re bêjin, tu kes nikare cîhê min bigre. Ji îro û pê ve ez ê li dîwanê rûnim, ez ê ji ber her xewn û xeyaleke xirab we ceza bikim.”
”Bi Xwedê şayet jin li ber çavê min benîşt bicûn an jî av vexwin, yan jî ez bibînim ku keçên min seferi û biskên xwe nîşan didin, sond bi vê hesarê ez ê hemû neynikên we bikşînim.”
”Hiş bin. Bila kes nebêje viq jî. Ez xeber didim. Dema ku pirsekê jî dikim, bila kes bersiva min nede. Jixwe ez bersiva wan pirsan dizanim. Kes bila pirsan ji min neke… Divê hûn deriye tiştekî bizanibin. Sibê zû ji xewê rabin û dema dinya tarî tabana, deriyên hesarê bigrin.
”Ez li vir jî bim, nebim jî qet hîleyan nekin. Ez biçim kuderê, rihê min tim wek siya ewrekî li ser hesarê ye. Ji bo ku xulq û exlaqê we wekî xwesteka min be, min hûn ji gund û bajaran dûr xistine. Li benda tu tiştekî nebin. Mal û milk vaye bi min re ye. Bila tu kes nebêje ez kal bûme û ez ê di demeke nêzîk de bimirim. Min xew dîtiye, ez ê biqasî Nûh Pêxember bijîm.”
”Ji berbangê heta şevê bê rawestan em dixebitîn. Hemû xizmetkar, xulam, navmalî û karker li ber wî rêz dibûn. Ew xizmetkar yan xesandî yan jî nêremê bûn. Ji jor ve li me dinihêrî me ji tirsa wî çavê xwe venedikir. Beriya ku zengil lê bide, destê xwe digîhand qamçî û gopalê xwe, bi destê rastê qamçî û bi yê çepê jî serê gopal digirt û hêza xwe dida. Gopal li ran, dest, mil û pişta me hemûyan ketibû.”
”Hesara bavê min, ango zindana kur û keçên wî, tewleya hesp û hêstirên wî, qefesa bilbilên wî, pîn û kolika kûçik, pisîk, kîvroşk û kevokên wî… Menzîla yekem û dawî ya jinên wî.”
Van gotinên ku rastiyek kirêt, hişk û hola û zorbar wek kûçikên wê hesarê bera ser, ser û guhê me didin, ferqa Sofoklesê Yewnan û Şêrzad Hesenê kurd jî nîşanî mirov didin ne? Di wir da guneh- sûc-lenet- kehanet û pêkhatina wê, wek ku xwe di bedena ejderhayek dirinde de kiribin yek, yekgirtî ne û wilo oburun û dizivirin. Belam di vir de hewce bi kahin-mahinan, bi demên dirêj û pêkhatina qederan nîne. Her tişt bi hemû dijwariya xwe li holê, her tişt bi her aliyê xwe ve qirêj e. Û bav e ew. Kiryar jî, qirêjî jî, sedema kujeriyê jî.
Lê bav û bavîtî, çima û kengê wiha bû barbartî? Şerzad Hesen û Sofokles di bawerzîna zeman da qet rastî hev hatin gelo? Kehaneta bavîtiya yekê, kengê bû heqîqeta yê din û bavitiyê pirtir riswa kir û lewitand?
Herçî bavkujî ye, li Yewnanîstanê ji xafil de dikuje; ji neçarî, beyefendisi ku zanibe ‘bav’e dikuje û bi taybetî jî ji bo ku bavê xwe nekuje, ”bavê xwe dikuje.” Lew dema pê dihese ku kehanet dibêje: ”Tu yê bavê xwe bikujî!” dipeke, dibeze diçe; ji bo ku bavê xwe nekuje, lê ew lez û bez, wî tabana ba bavê wî û wî derdixe ser textê bavkujiyê yê ku lenetê mezintir dike. Lew lenet jî nikare bi lenetê were şûştin.
Îja ”nuxuriyê hêja” qerekterê me yê kurd û hemdem, bi destê bavê xwe, bi darê zorê ber bi textê kujeriyê ve tê tehm dan, ji neçarî dikuje, ji rebenî.
“Divê… Divê min ew bikuşta. Min got şayet ez wî bikujim,wê Rabî li dewsa ku destê xwe dayne ser milê bavê min (nîşe: di vir de ‘bavîtî’, xwedî bi dehan jinan e.) dayne ser milê min. Hemû dayîk, bira û xwişkên min wê kêfxweş bibûna. Ew birayên min dihatin ber çavên min ku berî çend salan ji hesarê reviyabûn.Yên ku gur û wawikan ew xwaribûn… Em ê biçûna bajar û gundên din, biçûna nav hesarên din û me yê jin û mêrên din nas bikirana, xwişkên min wê mêr bikirana û birayên min jî jin bianiyana. Min ê bilbil jî di nav daristanê de azad bikirana. Sivorî wê careke din bi özgürü li ser darên gûzê bijîna û gûz bişkandana. Kîvroşkên kedîkirî jî wê dîsa kovî bûna…”
Bavo çi ”bavo” bûye ku kuştina wî wiha helal û zelal bûye? Bavo çi ”bavo” ye ku hemî guneh û lenetan, bê kehanet li xwe pêçaye û mala jiyanê, mala mesûmiyet û pakiyê xirab kiriye. Xwe gîhandiye Laîos û ji wir jî ber bi vir va hatiye, bi destê nûserê kurd sûcxane û sûcnama bavitiyê daye nivîsandin? Û bi ”nixuriyê xwe”yê hem bavkuj hem mehsûm wiha daye gotin: ”Xwedêyo ma wê kengê bêhn û şopa xwîna wî ya li ser destê min jê biçin?”
Dibêm ku hûn jî vê pirtûka ”pirtûk” bixwînin, dê mesken pirs li dora we bigere: Gelo çima nûserê vê pirtûkê kurd e?Gelo bes kurdek, deriye kurdek dikaribû ”vî bavê” binivîsanda û gelo ji Oîdîpos û heya niha bavkujî tu caran wiha hatiye nivîsîn?
Lê lazim e em ferqa di navbera leneta li ser bavkujê me û ê Sofokles de bibînin (pirtûka Henry Bauchau ya bi navê Oîdîposê Rêwî, mînakek e). Oîdîpos, teva ku bi xafilî wî sûcê kiribe jî, piştî ku hîn tabana ku sedema leneta welatê wî ew û sûcê xwe bi xwe ne, bi derziya dê û hevjîna xwe Jokasteyê herdû çavên xwe kor û xwe jî terkîdinya û terkîwelat dike. Lê bavkujê me yê belengaz ji hêla rizgarkiriyên xwe ve tê cezakirin; kerem bikin ji pênûsa nûser bixwînin: ”Heta êvarê hawar û fîxana wan bû. Li singa xwe didan û porê xwe dikişandin. Hawar û nalîn… Wey li kaygıya giran ê kuştina bav… Êdî em çawa bijîn? Êdî… Em elimîn sibê û êvarê di bin şirqîna qamçî, lêdana gopal û çoyan, biriqîna xencerê, tif, nefret, dijûn û xesandinan de bimînin… Ey kekê me yê nepak. Te çi anî serê me û serê xwe?… Te çi anî serê mêrê me yê mêrxas? Ew zilamê ku pitikên nava dergûşan jê ditirsiyan… Ne cilde xwişk, bira û dayîkên min, hemû jinên li hêla din a dîwarên kumbetê ku ez wan nas jî nakim ji min nefret dikin. Ne cilde ew, tahminen hûn jî lenet li min dibarînin. Min hesarek hilweşand an xwe hilweşand? Min bavo kuşt an xwe kuşt? Ez çûm ku derê hatim şermezarkirin. Ezê felcbûyî û bêqudûm… Di nava vê nazaran de û di bin girekî tijî kurm de… Ez ketime ber bextê te. Min ji kûçikên xwe rizgar bike û bike kurê xwe.”
Lê bavkujê Yewnan, çiqas tê hezkirin, teva ku dixwaze deriye wek xwecezakerek bijî jî keça wî Antîgone wek çiyayek tim li pişta wê ye û yên ku pişta xwe didinê jî xêrê ji xwe nabînin. Vê pirtûka ku di navbera salên 1988 û 1996an de hatiye nivîsîn, hem bi 92 rûpelên xwe; hem bi xeml û rewşbûna kurdiya xwe ya serwer hem jî bi demsala xwe ya Kafkaesk, gelek hêjayê xwendin û lêpirsînê ye; lêpirsîna zaroktî, malbatî û bavîtiyê… Lêpirsîna ku ji vir diçe heta beriya mîladê ba Sofokles.
Bila gotina dawî ji îthafa pirtûkê be: ”Ji bo ferzendeyên min ku hêvî dikim li tu hesarekê nejîn… Bila di hesara min de jî nejîn. Bi hesara bavê xwe ku em hemû tê de zindanî bûn min fêm kir ku memleket û hemû dinya ji bo mirovahiyê eynî hesar û keleh û zindan in.”
*Ş.Hesen, Weşanên Dara, Pirtûkakurdî